Her ku zayîn 1 nêzîk dibû (10) Doğum yaklaştıkça Her ku hemla wê giran dibû. Her ku ber bi qewlê xwe va diçû. Her ku zik lê mezin dibû

Benzer belgeler
Fêr-4. Ev ne pirtûkek e. Bu bir kitap değildir.

Suruç ve Ankara Katliamları Sonrası Olası Bazı Deneyimler ve Psikososyal Dayanışma Ağı (PDA) - İstanbul

KONFERANSA XEBATÊN KURDÎ

KÜRTÇE - KURMANCÎ DÎL KURSU

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn BIHAR/2008 Newroza we pîroz,

İstenmeyen Çocuklar Zarokên Nexwestî

Yazınca. kovara werger, lêkolîn û edebiyatê çeviri, araştırma ve edebiyat dergisi BOĞAZİÇİ ÜNİVERSİTESİ EDEBİYAT KULÜBÜ

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn PAYÎZ/2010

Kürt Kadın Bürosu Yayın Organı

Yazınca. kovara werger, lêkolîn û edebiyatê çeviri, araştırma ve edebiyat dergisi ZANÎNGEHA BOĞAZİÇİ KLÛBA EDEBIYATÊ

kovara huneri, çandi O lekolini ya kurden anatoliya navin PAYiZ/ZIVISTAN _...,...,._ e se ııyane z he!

MAR Û ROVÎ. bêpere tê belavkirin. SETA GULGULÎSKÊN ZAROKAN

* ÖNEMLİ TELEFONLAR* *TELEFONÊN GIRÎNG*

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê

DR. KAMURAN ALÎ BEDÎR-XAN TÜRKÇE İZAHLI KÜRTÇE GRAMER. Mayıs 1974 Devrimci Türkiye Kürtleri örgütü, HEVRA. Komela Şorişvanên Kurdên Tirkiyê, HEVRA

* DI REWŞA İRO DE TEVGERA KURDİ DIKARE Çİ BİKE? * Lİ SER ZIMAN ÇEND GOTİN

FERHENGOKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CIVAKÎ

Dr. Kamuran Ali Bedir-Xan «M> yaynları. \wlu

J î Y A N Dokumentationszeitschrift des kurdischen Frauenbüros Kürt Kadın Bürosu Yayın Organı

bimebiin Tidskriften utkommer 4 nummer per ar. Se mehan car~ derdikeve/üç ayda bir çıkar.

hakpar 2 1/12/09 14:21 Page 1 AÇILIM KÜRT SORUNU Ç N DEMOKRAT K FEDERAL ÇÖZÜM ÖNER S HAK-PAR HAK VE ÖZGÜRLÜKLER PART S

Röportaj Sayfa 16. "İç Güvenlik Paketi" Konulu Paneli Yapıldı. İş ve Sosyal Güvenlik Hukuku Semineri. Mülteci Hakları Çalıştayı

Rapora Projeya Lêkolînê ya Berhevanîna Tevgerên Jinan a li Nav Tirkiyê. III.2.B. Tevgera Jinên Kurd a li Tirkiyê û Serpêhatiya wê ya Xuyakirinê

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn

Jı BIRNEbUNE Ali Çifrçi. ~ NAMEYEN ji xwendevanan/okuyucu MEkrupiARI. 6 MEHMET AslAN I<AyA(SidiQ)

KOVARA KURDI-TIRKI * KURDÇE-TURKÇE DERGİ Cildi. Arap harflerinden M. EMÎN BOZARSLAN

BERHEMEN MUSA ANTER 3 Birîna Reş

TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ DI ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Min digot qey tu bi zimanî, ma tu bi kurdî nizanî Cigerxwîn

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn

Rapora Projeya Lêkolînê ya Berhevanîna Tevgerên Jinan a li Nav Tirkiyê

ww.arsivakurd.org ! 1 ' i YAZlNCA f r BOÖAZiÇi ÜNiVERSiTESi EDEBiYAT KULÜBÜ_ edebiyat dergisi kovara wl!rger ii edebiyate çeviri~ ~ ~ 1 ı ~ J

Reinerstraße 34, Duisburg, W. Tyskland Li ser şêxbizinên Haymaneyê Mahmutlu köyü anatomisi üzerinden Şexbılan aşireti tarihi

25 yıllık planlama ile... DENGÊ XWE BIDIN. XIZMET û AŞTÎYE. Mehmet Emin EKMEN. AK Parti Batman Belediye Başkan Adayı. 72proje.com

P A L E. karkeren hemo welatan O gelen bindest yekbin ı. sal : 2 bejmar: 2 biha : 5.- DM

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn

Qenaeta giştî ew e ku di navenda texeyulên nasnameyî

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn

Reinerstraße 34, Duisburg, W. Tyskland Li ser şêxbizinên Haymaneyê Mahmutlu köyü anatomisi üzerinden Şexbılan aşireti tarihi

III.3.A. Mijarên ku li Tirkîye tevgerên jinan ji hev cihê dikin û dikin yek

Dr. Kamuran Ali Bedir-Xan <&*&

7 8 / 12 / City Hotel Ankara Turan Güneş Bulvarı No: 19 Yıldız Çankaya / Ankara

Kovara siyasi, çandi, huneri, dirold ô lekolini ya Kurden Anatoliya Navin.

Rapora Projeya Lêkolînê ya Berhevanîna Tevgerên Jinan a li Nav Tirkiyê

sal/yil: 1 bejmar/sayi: 1 El: TOlAZ.II6 NEIROZIZEL SAYISI

HOVITIYA K O LO N Y A LIS I! Slranên Gel P R IC E Nr: 63(9) »Week 9»The Kurdish Newspaper

KÜRTÇE- KURMANCİ ÖĞRENME KURSU BEŞİNCİ DERS WANEYA PÊNCEM ZAMÎR CÎNAVK

Ferhenga Zaravên Teknîkî

ve n DI ÇAND O HUNER DA a. lıicrı veysel öngören aydın alp celi le celil hüseyi n elçr xoce xızır girnavaz kazılar ı sewaz n.hiknıet - nı.

ALFABEYEN LATINI Ü EREBI YEN KURDI ... u G Ulema Ülema.J.J.JY L.;J.J_; .. '. J,) .,., "'"" _,_, .. L F f Feki Meyve L 1 Lale Lale

BIHA / FİYAT : W.GERMANY 2.5 DM»FRANCE 10 FF«BELGIUM 60BF»HOLLAND 3G«SWİSS

Rapora Projeya Lêkolînê ya Berhevanîna Tevgerên Jinan a li Nav Tirkiyê. III.1.A. Têgeheke Navendî û Têgihiştinên wê yên li Qadê: Jin-Bûn

YEMİNLİ MALİ MÜŞAVİRLERİN BANKALAR KANUNU NUN 46 NCI MADDESİNE GÖRE YAPACAKLARI TASDİKE İLİŞKİN USUL VE ESASLAR HAKKINDA YÖNETMELİK

GUN BIRLIK VE MÜCADELE GÜNÜDÜR

Gülmüştü çocuk: Beni de yaz öyleyse. Yaz ki, kaybolmayayım! Ben babamı yazmamıştım, kayboldu!

ALİŞAN BEY Mehmet Bayrak. Hüseyin Kerpiç ile bir söyleşi Bilal Dilovan. kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn

K U R D I S T A V

em ên wenda kaybolan biz we, the disappeared Veysi Altay

Karkeren hem O welatan O gelen bindest yekbin! Sal: 1992 Meh: Heziran Hejmar: 22 Biha: ıs Skr. SerxwebOn Demokrasi Sosyanzm Yekiti

kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê

mer can or ma nı için de do laş mak tay dı. Ka ya la rın ara sın da ki ya rık lar da on la rın yu va la rıy dı. Ha nos de lik ler den bi ri ne bil gi

KURT-KA V 3. OLAGAN KONGRESi 28 Mart 1998

ŞİİR ve STRAN TAHLİLLERİ 2 :

HEJMAR NAVENDA ÇANDA MEZOPOTAMYA BUHA 10 HEZAR 1. SIBAT 1992

STAJ ARA DÖNEM DEĞERLENDİRMESİ AYRINTILI SINAV KONULARI

Kovara Navenda Çanda Mezopotamya

Kürşad Kahramanoğlu Hülya Sur Serpil Sancar Jennifer Petzen Sabahat Tuncel

5 BIN OLU, 7 BIN YARALl

Rapora Projeya Lêkolînê ya Berhevanîna Tevgerên Jinan a li Nav Tirkiyê. III.3.B. Koalîsyonên Jinan ên li Qadên Lêkolînê

Aziz Nesin İsveç te itiraf etti Şerê neheq û pirsa Kurd Urfa bağımsız milletvekili adajn Mahmut BAKSI

Herkese Bangkok tan merhabalar,

AÇILIfi KONSER KONSERA VEKIRINÊ

Yazınca. kovara werger, lêkolîn û edebiyatê çeviri, araştırma ve edebiyat dergisi ZANÎNGEHA BOĞAZİÇİ KLÛBA EDEBIYATÊ

Fasîkul 2. Komxebata Zaravên Teknîkî Teknik Terimler Çalıştayı Workshop of Tecnical Terms

Di Edebîyata Me de Mewlûd û Rûberûkirina Mewlûdên Pêşîn ên Kurdî û Tirkî

Gü ven ce He sa b Mü dü rü

Denge Bakur A. A.A. A KOYARA MEHANE YA REZANI U ŞIROVEYI. Hejamar: 2-3, Nisan/Golan 1999

Gök ler. Uçak lar la gi di lir an cak ora la ra. İn san gök ler de do la şa bil se. Bir ak şa müs tü, ar ka daş la rıyla. Bel ki ora la ra uçak lar

TEMA: Yekitiya Europayê, endametîya Tir kîyê û doza kurdan KOÇBERÎYA SEDSALAN. kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn

sınıflar için. Öğrenci El Kitabı

,,..

P A L E. karkeren hemo welatan ü gelen bindest yekbin. sal :2 hejmar: 4 bi ha: s.-om

Kurd li hember erişen hezen Seddam di haziriye de ne

Gulan Hejmar: 8

Kovara Du M ehi Çandeyi Huneri. Sal: 6 Hejmar: 34 Rezher - Kewçer (Eylül-Ekim) YTL.

M.MUSTAFA BARZANi DI DILE GELE KURD DE YE...! 3

Türkçe Ulusal Derlemi Sözcük Sıklıkları (ilk 1000)

rızgari BIJI "'kosi~ Rizgariya Netewi il Civakiya Kurdistan 'raşasın Kürdıstan ın Ulusal ve Toplumsal Kurtuluş Mücadelesi

&[1Ô A w - ' ",,,, . CiN. ALl'NIN. HiKAYE. KiTAPLAR! SERiSiNDEN BAZILARI Rasim KAYGUSUZ

Öğ. Rasim KAYGUSUZ. 19 Mart 1973 Tarihli ve 1738 sayılı Tebliğler Dergisi ile ilk okullara tavsiye edilmiştir

Naverok/ Içindekiler. 3 Jı Birnebiine ı\li Çiftçi 5 Nameyen ji xwendevanan

1 ' ~ Sal : 4 Wext ejmar : 50. Bıha : 1 DM OŞINA ME RT DII{E

Başkan Qazî Muhamed, Sedrî ve Seyfî Qazî'nin Mahkeme Savunması

li bajêr binihêre, ji bo ku tu di bîr bînî û bibêjî hatırlamak ve anlatmak için şehre revealing the city through memory

ATAM MARŞI ... œ. œ. œ. œ. œ. -œ. œ œ bœ. œ œ nœ ... œ œ œ Œ œ œ. & b 1- &b œ j œ j œ j œ œ œ nœ œ. . œœ œ œ œ œ. œ Œ. œ œ. œ œ j œ.

P A L E. sal : a hejmar: 1 HAVlll bi ha: s.-om. karkeren hemo welatan u gelen bindest yekbin

u lekolini ya kurden anatoliya navin

KALIPLAŞMIŞ KELİME ÖBEKLERİNDE ANLAM

Transkript:

Spîtama û Mantiqa Tirkî-1 Romana Spîtama yê, di sibata 2016 an da ji alîyê weşanxaneya Belkîyê va hat çapkirin. Nivîskarê wê, Rênas Jîyan e. Roman, li ser jîyan û têkoşîna Zerdeştî ye. Gellek kêmanî û qisûrên vê romanê he ne. Qisûra herî mezin a vê romanê, zimanê wê ye. Zimanê ku roman pê hatîye lêkirin, di bin tesîra Tirkî û Kurmancîya beravêtî ya bajaran da maye. Mirov tu tahmê jê nagire. Ez ê di nivîsa xwe da, ji alîyê mantiqa Tirkî va li ser hinek hevokên vê romanê bisekinim. Rêzikên ewil, min ji romanê girtine, rêzikên diduyan wergerên wan ên bi Tirkî ne, rêzikên sisêyan jî hin hevok in ku li gorî mantiqa Kurmancî min pêşnîyaz kirine. Dibe ku hin pêşnîyazên çêtir jî he bin û mirov hin hevokên din jî li wan zêde bike. Lê pêşnîyaz li gorî konteksta romanê bên kirin dê baştir be. Ji ber ku şaşîyên mantiqî pirr zêde ne, min nivîs kir du beş û ez bi tenê li ser nimûneyên berbiçav sekinîm. 1. Êdî jiyana wê li bajarê Ragayê di xeterê de bû (9) Artık Raga şehrinde yaşamı tehlikedeydi Êdî li bajarê Ragayê star bi sera nediket. Êdî jîyana wî li bajarê Ragayê ketibû talûkê. Êdî li bajarê Ragayê rehetî jê ra tune bû. Êdî li Bajarê Ragayê ava serê wî dikelîya 2. Her ku zayîn 1 nêzîk dibû (10) Doğum yaklaştıkça Her ku hemla wê giran dibû. Her ku ber bi qewlê xwe va diçû. Her ku zik lê mezin dibû 3. Ew xwedî hukmekî fireh in (10) Onlar geniş yetkilere/hükümlere sahip Hukmê wan zêde ye 4. Piştî ku ew wî tînin diavêjin nava êgir êdî hewcedariyê nabînin ku li benda encamê bisekinin... (11) Onu getirip ateşe attıktan sonra artık sonucu beklemeyi gerekli görmüyorlar Piştî ku ew wî tînin diavêjin nav êgir, xwe nadin bendê bê ew ê di nava êgir da çawa bişewite. Piştî ku ew wî tînin diavêjin nav êgir, xwe nadin bendê bê ew ê di nava êgir da çi bê sera 5. Ew di civakên tarî 2 de pirr balê dikişîne (11) O karanlık toplumlarda çok dikkat çekiyor Ew di civakên paşdamayî da pirr balê dikişîne 1 Peyva zayîn ê ji bo rewşa jinan nayê bikaranîn. Nivîskarî, di eynî rûpelê da peyva welidandin ê jî bi kar anîye. 2 Peyva tarî yê, ji bo mirovên ku karê nebaş û bi dizî dikin tê gotin. Ji bo rewşa nezanîyê ev peyv nayê bikaranîn. 1

6. Pirr bala hêzên tarîtiyê kişandibû (11) Karanlık güçlerin çok dikkatini çekmişti Pirr bala hêzên tarî kişandibû 7. Dûdgova tu cî nemaye ku lê nageriyaye, lê Spîtama li tu derê tune ye (11) Dudgova aranmadık yer bırakmamış, ama Spitama hiçbir yerde yoktu Tu cî nemaye ku Dûdgova lê negerîyaye, lê Spîtama ne xuya ye. Tu cî nemaye ku Dûdgova lê negerîyaye, lê pêjna Spîtamayî nehatîye 8. Gelek pirsên ku vê dawiyê wê ji min bipirsiyana (12) Bana sonradan soracağı birçok sorunun Gellek pirsên ku vê dawîyê wê ji min bikirina 9. Li ber destê mamosteyê xwe Bûrzîn Kûrûs perwede bidîta (12) Öğretmeni Burzin Kurus un yanında eğitim görseydi Li ber destê mamosteyê xwe Bûrzîn Kûrûsî bixwenda. Li ber destê mamosteyê xwe Bûrzîn Kûrûsî perwerde bibûya 10. Her tişt bi wî dest pê dibe (12) Her şey onunla başlıyor... 3 Her tişt bi wî dest pê dike. Serê her tiştî ew e. 11. Ji bo hemû malbata Spîtamayiyan wek xetere dibîne (13) Bütün Spitama ailesi için tehlike gibi görüyor Ji bo hemî malbata Spitamayîyan talûke bû. Ji bo hemî malbata Spitamayîyan kelemê li ser rêya wan bû 12. Bûrzîn Kûrûs ji ciyê xwe rabû ser xwe, giraniya xwe da ser gopalê xwe (13) Burzin Kurus yerinden kalktı, ağırlığını bastona verdi Bûrzîn Kûrûs ji cîyê xwe rabû ser xwe, xwe da ser gopalê. Bi xêra gopalê Bûrzîn Kûrûs ji cîyê xwe rabû ser xwe 3 Di Tirkî da, ev lêker ne negerguhêz e, lê di Kurdî da gerguhêz e. 2

13. Di wê demê de dewar dihat wateya mal û milk (15) O zamanlar hayvan, mal mülk anlamına geliyordu Wê çaxê, dewarên kê he bûna mal û milkên wê he bûn. Wê çaxê, mal û milkên mirovî dewarên mirovî bûn 14. Wê êdî hew tehemulî dîtina rûyê wan dikir (17) O artık yüzlerine bakmaya tahammül edemiyordu Wê nema dixwest li rûyê wan binêre. Wê nema li rûyê wan dinêrî. Wê tehemul nedikir li rûyê wan binêre 15. Ma wan hindikî ew biçûk kiribû û biçûk xistibû!? (18) Onlar onu az mı küçük görüp küçük düşürmüştü!? Ma wan hindikî tahde lê kiribû û ew kêm xistibû!? Ma wan hindikî tahde lê kiribû û ew şeqiz kiribû 16. Ew dêya ku ez ji zikê wê çêbibûm; ew zikê ku wek vê şikeftê ez pê strîbûm û mezin bûbûm (19) O karnından olduğum anne; bu mağara gibi sığındığım ve içinde büyüdüğüm. Ew dêya ku ez ji zikê wê bûm; ew zikê ku wek vê şikeftê ez pê strîbûm û mezin bûbûm. Ew dêya ku ez ji wê bûm; ew zikê ku wek vê şikeftê ez pê strîbûm û mezin bûbûm 17. Berê xwe ji devê şikeftê zîvirand (20) Yönünü mağaranın ağzından çevirdi Berê xwe ji devê şikeftê da cîyekî din. Berê wî ji devê şikeftê ket cîyekî din Berê xwe ji devê şikeftê da alî. 18. Mirov li dinyayê xwedî vîndarî ye... (21) İnsan dünyada irade sahibidir... Mirov li dinyayê xwedî vîn e. Mirov li dinyayê vîndar e. 19. Spîtama piştî vê ramana dirêj (21) Spitama uzun düşünceden sonra Spîtama piştî ku ewqas fikirî. Spitama piştî ku ewqas ramîya 20. Ji bo tenêtiya xwe rehet bikira ajal, alav çi têketa ber wî bi wan re diaxivî (21) Yalnızlığını giderip rahatlamak için hayvan, eşya ne gördüyse onlarla konuşuyordu Ji bo hinekî dilê xwe pê xweş bikira, ajal, alav, rastê çi bihata wî bi wan ra diaxîvî. Ji bo tenêtîya xwe ji bîr bikira, ajal, alav, rastê çi bihata bi wan ra diaxivî 3

21. Piştî maweyekê lênêrîna xwe birrî. (22) Bir süre sonra bakmayı kesti Piştî wextekî li cîyekî din nêrî. Piştî wextekî berê xwe da cîyekî din. Piştî wextekî nema nêrî 22. Baweriya wî vala derneketibû, va ye tiştê ku jê bawer kiribû rast derketibû... (23) İnandığı şey boş çıkmamıştı, işte inandığı şey gerçek çıkmıştı Bawerîya wî di cî da bû, va ye tiştê ku jê bawer kiribû rast derketibû 23. Min bersivandina pirsa wî domand (23) Sorusuna cevap vermeyi sürdürdüm Ez li bersiva xwe çûm. Min dewam kir 24. Min ceza û xelat hene, di encamê de ji bo dost û dijminên xwe bi navê dojeh û bihûştê (24) Benim ceza ve ödüllerim var sonuçta dostum ve düşmanlarım için cennet ve cehennem adıyla Di dawîyê da, min ceza û xelat hene, ji bo dost û dijminên xwe, min bihuşt û dojeh he ne 25. Spîtama li Sabalanê di pêvajoya heşt salan de xwe bi her awayî ava kiribû, êdî ew hazir bû ku wî bi bahozên erjeng re yên ku pêşerojê derketana şerr bikira (26) Spitama Sabalan da sekiz sene süresince kendini her şekilde yetiştirmişti, artık o gelecekte çıkabilecek korkunç fırtınalarla savaşmaya hazırdı. Spîtama li Sabalanê di heşt salan da xwe gihandibû û dê li hemberê tofanan, li ber xwe bidaya 26. Xwîna canê min qeşa girt (27) Kanım dondu Xwîna min cemidî. Ava sar bi ser canê min da hat. Xwîn li min miçiqî. Ez bûm kevir û mam. Mîna ku ava sar li min bikin 27. Berê anîne li ser navê qurbanê ga ser jê kirine... (31) Eskiden getirip kurban adına, öküz kesmişler Berê ji bo qurbanê ga şerjê kirine. Berê ga kirine qurban 28. Her der têk çûbû, lingê xwe ji erdê rakir û lê nêrî... (31) Her yer yıkılmıştı, ayağını yerden kaldırıp baktı Her der wêran bûbû, lingê xwe bilind kir û lê mêze kir. Her der bûbû xopan, lingê xwe rakir û lê mêze kir 4

29. Ma ruh û mêjiyê mirovî ewqasî radiweste û ditevize? (31) 4 İnsanın ruhu ve beyni bu kadar yorulup uyuşur mu? Ma mirov ewqasî bêaqil dibe? 30. Û wan dikin qurbana saetek zewqa xwe (31) 5 Onları bir saatlik zevklerine kurban ediyorlar Û li ber wan nakevin û em wan dikin qurban ji xwe ra. Em ji bo kêfa xwe wan dikin qurban 31. Zewq û serxweşiyeke pirr mezin bi mirovî re peyda dibe, lê hişê mirovî ditevizîne (32) İnsanda büyük bir sarhoşluk ve zevk oluşuyor, ama insanın aklını uyuşturuyor Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê aqil ji serê mirovî dibe. Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê mirovî gêj dike. Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê mirovî bêhiş dike. Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê hişê mirovî ba dikeve 32. Jixwe ez jî dihatim wir Spîtama te nehişt ez bêjim (34) Zaten ben de oraya gelecektim Spitama, bırakmadın ki söyleyeyim Jixwe min ê jî qala wî tiştî bikira Spîtama, te nehişt ez bibêjim 33. Maîdyo jî jê re piştî wî qala pêşketinên gund û bajêr dikir; piştî Spîtamayî çi bûbû (34) Maidyo ona, o gittikten sonra köydeki ve şehirdeki gelişmelerden bahsetti, Spitama dan sonra ne olmuştu? Piştî ku Spîtama çûbû li gund û bajêr çi qewimî çi cirîya, Maîdyo jê ra qala wan dikir... 34. Ew di rojeva gund, bajêr û welêt de serwext dikir (34) Onları köy, şehir ve ülke gündeminden haberdar ediyordu. Wî ew li ser meselên ku li gund û bajêr û welat qewimibûn serwext dikir. 35. Bi nebaweriya lawê xwe ew ji mirineke muhtemel rizgar dikir (41) Oğluna inanmamakla onu muhtemel bir ölümden kurtarıyordu Bi bawernekirina ji lawê xwe, ew ji kuştinê xilas dikir 36. Şaxên şengebiyan bi bandora bê li ba dibûn (41) Salkim söğütlerin dalları rüzgarın etkisiyle sallanıyordu Şaxên şengebîyan li ba dibûn 4 Ji bo rewşên weha peyva, bêaqilî yê tê bikaranîn. Hiş disekine, mêjî jî dibe ku bitevize. 5 Qey wê çaxê seet he bû? 5

37. Ger tu bixwazî bi dizî dikare têkiliya me bidome (41) Eğer istersen ilişkimiz gizlice devam edebilir Ger tu bixwazî bila hevaltîya me bi dizî dewam bike. Ger tu bixwazî bila dostanîya me bi dizî dewam bike 38. Lê mirovan hertim ji dêvla stranan derew gotin (43) Ama insanlar her zaman, şarkı söylemek yerine yalan söylediler Lê mirov hertim ji dêvla bistrên, wan derew kirin 39. Ji bo mijarê biguhere û hewa nexweş ji holê rabe (45) Konuyu değiştirip, kötü havayı ortadan kaldırmak için Ji bo berê gotinê bikeve cîyekî din û tefil dûman rabe. Ji bo qala tiştekî din bike û rê bi gotinê bixe 40. Mesele ne kuştina wî ye, mesele ew e ku ramanên wî bên kuştin (49) Mesele onun öldürülmesi değil, mesele onun düşüncelerinin öldürülmesidir Mesele ne kuştina wî ye, mesele ew e ku mirov ramanên wî pûç û betal bike 41. Tim jê re pirsgirêk derdixist (50) Ona her zaman sorun çıkarıyordu Tim jê ra dibû serêşî. Tim jê ra dibû bend û qeyd. Tim teşqele dianî pêşîya wî 42. Wê çi pê bê, em ê çi winda bikin? (53) Ne olacak, ne kaybedeceğiz? Ew ê çi bibe, ew ê çi ji destê me here? Ma yê çi pê bê, tiştek ji kîsê me naçe 43. Bi dest xwe ji gavên re bi wateya dewam bike îşaret kir... (57) Eliyle sığırtmaça devam et anlamında işaret etti Bi îşareta destan, xwest ji gavên ra bêje dewam bike. Bi destan ji gavên ra got dewam bike 44. Gava dîtibû ku guhdarek jê re çêbûye bêtir li lêxistina bilûrê sor bûbû... (57) Bir dinleyeni olduğunu gördüğünde, kavalı çalmaya daha bir ısınmıştı Gava dît ku yek guh lê dike, bêtir li bilûrê sor bû 45. Ku ez ne di navberê de bim nahêlin av bigihîje ser wî... (60) Ben arada olmasam, onun nefes bile almasına bile izin vermezler Ku ne ji min be, nahêlin av bigihîje ser wî. De ne ez bim, nahêlin av bigihîje ser wî 6

46. Di rûyê te û wî birayê te Arastîyê kone û qurre de, lawikê min ji malê terriqî (60) Senin ve kurnaz ve kendini beğenmiş kardeşin Arasti yüzünden, oğlum evden ayrıldı Ji rûyê te û wî birayê te Arîsteyê kone û qurre, lawikê min ji malê terriqî 47. Wek magûyekî ev nayê hesabê min... (61) Bir magu olarak bu benim hesabıma gelmiyor Em magû tiştekî weha qebûl nakin. Tiştekî weha li hesabê me magûyan nayê 48. Lê ez ne pale, hoste an jî hesinkarek im û bê dîn an jî kêm dîndar im ku derbasî dînê wî bibim (61) Ben işçi, usta ya da demirci değilim ve dinsiz ya da az dindar değilim ki onun dinine geçeyim Ez ne pale, hoste an jî hesinkarek im û bê dîn an jî qelsebawer im ku herim ser dînê wî 49. Dê keçan, bav bêtir lawan hîs dikin (61) Anne kızları, baba daha çok oğulları hisseder Meyla dayikan li ser keçan, meyla bavan li ser lawan e. Dilê dayika bi ser keçan va ye, dilê bavan bi ser lawan va ye 50. Lê sibê ro wê bibûya agirekî mezin (65) Ama yarın öbür gün büyük bir ateş olacaktı Lê sibê ro dê bibûya agirekî gurr û geş. Lê sibê ro dê bibûya agirekî xweş. 51. Lê mijara çûna Aktabanayê, axaftina bi qirêl re ez jî lê fikirîm (68) Ama Aktabana ya gidiş konusu, kral ile konuşma, onları düşündüm Lê mesela çûna Aktabanayê, axaftina bi qirêl re ez jî lê fikirîm 52. Hertim fikirîna li min, bi min re hertim têkiliyeke gurr, min tê derxist ku ew diêşand (69) Her zaman beni düşünmek, benimle her zaman sıkı bir ilişki, anladım ki onu acıtıyor Hertim fikirîna li min, hevaltîyeka baş a bi min ra, min tê derdixist ku ew diêşand 53. Tu dikarî bi wê re têkeve têkiliyê (69) Onunla ilişki kurabilirsin. Tu dikarî bi wê ra bibî heval. Tu dikarî bi wê ra bidî û bistînî 54. Te nêrîneke mezin aniye ramansaziyê 6 (70) Teoriye büyük bir bakış açısı getirdin Te berê ramansazîyê fireh kirîye. Te zanîneka hêja li ramansazîyê zêde kirîye 6 Gelo ji bo vê rewşê mirov dikare peyva sazkirin ê bi kar bîne? 7

55. Spîtama bi vê fikra xwe rêbaza diyaklektîkê ava kiribû û li ser diyalektîka wî wê gelek raman ava bibûna û ramanger biafiriyana (70) Spitama bu fikriyle, diyalektik yöntemi oluşturmuştu ve onun diyalektiği birçok düşünceyi oluşturacak ve düşünürleri yaratacaktı Spîtamayî bi vê fikra xwe rêbaza dîyalektîkê çêkiribû û li ser dîyalektîka wî dê gellek raman bihatina pê û dê gellek ramanger derketina meydanê 56. Nirxandinên Bûrzîn Kûrûs pirr baş û erênî bûn û ev ji bo Spîtamayî moral bû (70) Burzin Kurus un değerlendirmeleri çok iyi ve olumluydu ve bu Spitima için moraldi Nirxandinên Bûrzîn Kûrûsî pirr baş bûn û vî tiştî mûrê Spîtamayî xweş kir, kêfa wî anî 57. Ger wê hinekî te rehet bike ez dikarim bêjim ku ez wek mamosteyê te... (70) Eğer seni biraz rahatlatacaksa, öğretmenin olarak söyleyebilirim ki Ger ku êşa te pê sivik bibe, ger tu hinekî pê rehet bibî, ez jî dikarim bibêjim ku 58. Berî ku Angares dest bi bersivdanê bike (71) Angares cevap vermeye başlamadan önce Berî ku Angares bersiv bide 59. Di dewleta Medyayê de valahiyeke olî nîn e (72) Medya devletinde dini boşluk yoktu Li dewleta Medyayê, ji alîyê dînî va kêmanîyek tune bû. Li dewleta Medyayê hewcdarî bi dînekî nû tune bû 60. Magûtî saziyeke rûniştî ye (72) Maguluk oturmuş bir kurumdur Magûtî sazîyeka kevn e. Magûtî ji berê da he ye 61. Çima ji bo te xwe û aramsaziya xwe biavêje xetereyê? (72) Niye senin için kendini ve huzurunu tehlikeye atsın? Çima ji bo te hizûra xwe xirab bike, xwe bavê ber devê guran. Çima ji bo te hizûra xwe xirab bike û xwe bike talûkê 62. Ji bo ku bêyî zerar û xetereyek bigihîje min. (73) Bana zarar ve tehlike gelmemesi için Ji bo bêyî ku zirarekê bide min û serê min bikeve belayê 8

63. Baweriyên olî yên medyayî jî, di kûrahiyê de pirr girêdayî baweriyên grekî ye. (74) Medyanın dini inançları, grek inanaçlarına derinden bağlıdır Bawerîyên dînî yên medyayî, di eslê xwe da digihîjin bawerîyên grekî 64. Bûrzîn Kûrûs serê xwe bi wateya erê û erênî be xwar kir (75) Burzin Kurus, başını evet anlamında eğdi Bûrzîn Kûrûsî, serê xwe hejand û got, erê. Bûrzîn Kûrûs, serê xwe hejand û xwest bibêje erê, dibe 65. Bavê wî rast ket meselê (76) Babası doğrudan meseleye girdi Bavê wî, hema di nig da ket nava meselê. Bavê wî, hema di carekê da ket nava meselê. Bavê wî, hema di carekê da xwe li meselê qeliband 66. Di mijarên wek zewacê de (76) Evlilik gibi konularda Di meselên wek zewacê da 67. Mal biçûk e, heta wek holikekê ye, lê hûn dikarin wê pêş bixin (77) Ev küçük, hatta çardak gibidir, ama onu geliştirebiliriz Mal biçûk e, wek holikekê ye, lê hûn dikarin çend tiştan lê zêde bikin, lê hûn dikarin wê mezin bikin 68. Jixwe mesele jî ji pirr başiya te diqewime... (77) Mesele çok iyi olmandan kaynaklanıyor Tu pirr baş î, jixwe mesele jî ev e 69. Wek mînak yek ji wan Armaîtî ye... (82) Örneğin, onlardan biri Armaiti dir Li ser meselê, Armaîtî yek ji wan e. Mesela, yek ji wan Armaîtî ye 70. Vê sibê niha herdu li derve, wan xanîkê xwe tehmîr dikir (83) Bu sabah ikisi de dışarda, evlerini tamir ediyorlardı. Vê sibê herduyan li derve qul û bexşikên xanîyên xwe digirtin. Vê sibê herduyan li derve qul û bexşikên xanîyên xwe pîne dikirin. Vê sibê herduyan li derve kiroşên xanîyê xwe digirtin. Vê sibê herduyan li derve mala xwe didûtin 71. Mecbûr dimîne ku wêrekiyekê nîşan bide (89) Bir cesaret örneği göstermeya mecbur kalıyor Mecbûr dîmene ku mêranîyekê bike 9

72. Gotinên çors û heqaretên hişk lê bike... (90) Anlamasız sözler ve sert hakaretler Gotinên çors jê ra bibêje, heqaretan lê bike 73. Hinek dar çandibû û ên mayî xwezayî bûn (91) Bazı ağaçlar ekmişti, geri kalanlar doğaldı Hinek dar danîbûn, ên din ji berê da he bûn 74. Ji nişkê tiştek hat bîrê, hesp got Xwowîyê; hespek dikare navbera me baş bike (91) Aniden aklına bir şey geldi, at dedi Xwowi; at aramızı düzeltebilir. Ji nişkê va hat bîra Xwowîyê, got Hesp hesp! Hespek dikare me li hev bîne. 75. Xwowîyê hinekî şermok bi dengekî qels got (92) Xwowî biraz utangaç zayıf bir sesle dedi Xwowîyê bi şermokî û dengekî nizm got 76. Tu min dikî astengî, tu min dikî astengiya negihîştina baweriya wî (98) Beni sorun ediyorsun, beni inancına ulaşamamada sorun ediyorsun Tu min dikî sebeb, tu min dikî sebeba bawernekirina ji wî 77. Tu jê bawer bikî, tu jî têkevî rewşa niha ku ew tê de (98) Ona inanırsan, sen de onun şu an içinde bulunduğu duruma girersin Tu jê bawer bikî, tu yê jî bikevî halê wî. Tu jê bawer bikî tu yê bibî wek wî 78. Ji bo saziya magûtiyê xetere dihesiband. (99) Maguluk kurumu için tehlike sayıyordu. Ev ji bo magûtîyê tiştekî bitalûke bû 79. Êdî Medya jê re nabe, Medya ji bo wî qediyaye 7 (100) Medya artık ona olmaz, Medya onun için bitti Êdî Medya jê ra nabe, tu qîmeta Medyayê li bal wî nemaye. Êdî nema dikarî li Medyayê bihewe, Medya li ber çavê wî bû tiştekî bêqîmet 7 Însanek xwe di ber mirovî da feda bike, ji taqet bikeve dibêjin, Te xwe ji bo min qedand. 10

80. Madem bavê wî astengeke heqîqî bû (101) Madem babası gerçek bir sorundu Madem bavê wî birra jî li pêşîya me asteng bû. Madem bavê wî bixwe teşqeleka mezin bû 81. Berf bû, bayê ku serçavê wî dibirrî (102) Kardı, yüzünü kesen rüzgar Berf bû bayê ku li serçavê wî dixist 82. Dûmana ku ji ser xênî dikişe delîl e ku xanî zindî ye û germ e (103) Evin üstünden yükselen duman, evin sıcak ve canlı olduğunu gösteriyordu Dûyê ku ji kulekê dikişe delîl e ku xanî şên e û stra serê hinekan e 83. ji bo qehra xwe binixumîne bi hîrehîr dikeniya (106) Öfkesini örtmek için yüksek sesle gülüyordu Ji bo qehra xwe nede der, hîrehîra wî bû 84. Ajalên bejî û hov hevdu dikujin, hev parçe dikin û hev dixwin li gorî xwezaya xwe tevdigerin (106) Evcil ve vahşi hayvanlar birbirini öldürüyor, parçalayıp yiyiyor, doğalarına göre davranıyor Ajalên bejî û hov hevdu dixwin, hev parçe dikin hev dixwin, li gor tebîetê xwe tev digerin, li gor xulqê xwe hereket dikin 85. Ev raman ji serê wê diçû (108) Bu düşünce aklından gidiyordu Wê ev fikar ji bîr dikir 86. Dihat ber şibakê cem min û wê jî wek min bêyî ku tiştek ji destê wê bê bi min re alîkariya nêrina derve dikir (110) Benim yanıma penceye doğru gelip, benim gibi elinden bir şey gelmeden, benimle dışarıya bakmaya yardım ediyordu Dihat ber şibakê cem min û wê jî wek min bêyî ku tiştek ji destê wê bê bi min ra li derva dinêrî 11

Herweha di beşê ewil da, hinek hevokên ku gumanên mirovî ji wan he ne ev in: Wê, di Spîtamayî de tiştên mezin hîs kirine (11) O Spitama da büyük şeyler hissetti Ez ketibûm heyecanê (16) Heyecana girmiştim Divê mirov hişê xwe pêşde bibe (35) İnsan aklını geliştirmeli Pûrûşsapayî destê xwe bir guhê xwe guharê xwe da alî (38) Pûrûşsapa elini kulağına götürdü, köpesini öbür yana çevirdi Ji ber ku statu û berjewendiya wan hedef digire... (68) Statü ve çıkarlarını hedef aldığı için Ew li hemberî Spîtamayî pêşdaraz bû (81) O Spitamaya karşı önyagılı idi 12